OHD’a Stenbolê rapora binpêkirinên mafa ya girtîgehên herêma Marmareyê eşkere kir

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Stenbolê rapora binpêkirinên mafan a 6 mehî ya derbarê 19 girtîgehên Herêma Marmarayê de eşkere kir
OHD destnîşan kir ku rewşa li girtîgehan bi tecrîdkirina giran a li ser Rêber Apo ve girêdayî ye û ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşînê kir

Li girtîgên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê êşkence û binpêkirinên mafa ên li dijî girtiyên siyasî nexweş dewam dikin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûnqasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê rapora binpêkirinên mafê girtiyan a 6 mehî ya li 19 girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir.

Rapor li avahiya komeleyê a li stenbolê bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re hate parve kirin.

Ji endamên Komîsyona Girtîgehê Zelal Aydogan daxuyanî da.

Binpêkirinên li girtîgehan bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye

Zelal Aydogan da zanîn ku desthilatdarî di salên dawî de zextên zêde li ser hemû beşên muxalîf ên civakê dike û got:

Sedema bingehîn a van geşedanan girêdayî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ye

Zelal anî ziman ku ji 7’ê Tebaxa 2019’an vir ve Rêber Aponikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike û ev yek got:

Sepana vê tecrîda navborî li hemû girtîgehan xwe nîşan dide û tê sepandin.

OHD: Li girtîgehan cihêkariya li dijî Kurdî didome

Endamê komîsyonê Zelal destnîşan kir ku li girtîgehan polîtîkaya cihêkariya li dijî kurdî di dewrê de ye û wiha got:

“Hem di hiqûqa navnetewî de hem jî di hiqûqa navneteweyî de cihêkariya li dijî ziman hatiye qedexekirin.

Divê demidlest dawî li van binpêkirinan bê anîn.”

“Divê girtiyên nexweş ji xizmetên tenduristiyê sûd werbigrin”

Her wiha di raporê de îşaret bi rewşa girtiyên nexweş jî hate kirin û ev bang hate kirin:

Divê girtî ji ber rewşa xwe ya qanûnî bêyî ku bi cihêkariyê re rû bi rû bimînin, ji xizmetên tenduristiyê yên li welêt sûd werbigirin.

Bi domdarî hate gotin bi taloqkirina înfaza girtiyan re rê li ber berdana girtiyan jî tê girtin

Banga têkoşîna li dijî tecrîdê: Divê her kes têbikoşe

Hevserokê MA TUHAYDER’ê Mehmet Şafî Erol jî axivî û bi bîr xist ku têkildarî binpêkirinên mafa ên li girtîgehan diqewimin gelek serlêdan bo komeleya wan hene.

Erol destnîşan kir ku binpêkirinên li girtîgehan bi tecrîdê girêdayiye û bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kir ku ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin.

Back to top button