MÎT’a Tirk li Ezazê malbatek li Stenbolê ciwanek e Efrînî revand

MÎT’a Tirk li Ezaza dagirkirî malbateke kurd revand.

Li gor agahiyên ku ajansa Hawarê MIT’a dewleta Tirk a dagirker malbateke Kurd ji gundê Ibêdanê yê navçeya Bilbilê ne, lê Ezazê diman revand.

Navê kesên ku hatine revandin jî wihan e:

“Dayik Leyle Aslan Mihemed (43), bav Nîdal Horîk Heftaro (50), kurê wan Şêrzad Heftaro (14) û keça birayê Nîdal, Hêvran Yûsif Heftaro (14).”

MÎT’a Tirk ne tenê li Ezazê, li Stenbolê jî Efrîniya direvîne.

Hate ragihandin ku MIT’ê li Stenbolê ciwanekî ji Efrînê bi navê Danyal Îbîş ku bi navê Kawsûm tê naskirin û youtuber e revand.

Lê agahiyên der barê çarenûsa Kewsûn de nehatin bidestxistin.

Back to top button