Pêngava paqijiyê ya TEV-DEM’ê li bajarê Qamişlo dewam dike. Li Kobanê jî daristana bajêr hat paqijkirin.
Îro pêngava paqijkirinê ya bi pêşengiya TEV-DEM li başûrê Qamişlo dewam kir.
Ji benda kontrolê ya El-Iwêce heta benda kontrolê ya Şehîd Xalid Osman ya li taxa Tey hate paqijkirin.
Bi dehan endamên TEV-DEM’ê, endamên saziyan û welatî tev li pêngavê bûn.
Kobaniyan daristana bajêr paqijkirin
Di vê çarçoveyê de, îro şêniyên Kobanê jî daristana bajêr paqijkirin.
Bi dehan endmên saziyên sivîl û rewşenbîran li gel şêniyan beşdarî paqijkirina daristana rojavayê bûn.
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Osman Xelef axivî û da zanîn ku armanca wan ji hemleyê avakirina civakek tendurist e.



