Li başûrê Amerîkayê, Yekşemê û sibeha Duşemê ba û bahozê ji Teksasê heta Karolîna Başûr qadeke berfireh dan ber xwe. Di encamê de, 32 kesan ji ber bablîsokê jiyana xwe ji dest da.
Saziya rewşa lezgîn a parêzgeha Mississippi diyar kir ku, herî kêm 11 kes mirine û zirarek giran a madî çêbûye.
Li deverên din jî yên başûrê Amerîkayê, 20 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Zêdeyî 1.3 milyon mirov bê kehrebe mane, û li hinek parêzgehan rewşa lezgîn hate ragihandin.
Şêniyên herêmê, yên ji ber vîrûsa Coronayê li mala xwe bûn, bi ba û bahozê re gelek tiştên xwe wenda kirin.