Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûrî xelatek sembolîk pêşkêşî asayîsa-Jin a Qamişlo kir

Hêzên Asayşê ji ber rola wê ya çalak di parastina herêmê ji hewldanên terorîst û parastina ewlehiya herêmê de hat xelatkirin.

Duh şandeya Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûrî serdana navenda Asayîşa-Jin a li bajarê Qamişlo kir.

Şande ji seroka desteyê Cîhan Xedro, cîgira wê Rûken Mele Îbrahîm û hevseroka Desteya Hindir Hêvî Mistefa pêk hat.

Di serdanê de, Rûken Mele Îbrahîm spasiya keda Asayîşa-Jin kir û anî ziman ku Asayîşa Jin di vê dawiyê de xebatên mezin meşandine.

Hêvî Mistefa jî diyar kir ku Asayîşa-Jin her tim amade ye ji bo ku li hember tevahiya êrîşan bisekine û ewlehiya herêmê biparêze.

Di dawiyê de, şandeyê xelatek sembolîk pêşkêşî Asayîşa-Jin a Qamişlo kir.

Back to top button