Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku di encama operasyonekê de li Kerkûkê 8 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.
Liv û tevgera DAIŞ’ê ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi awayekî metirsîdaw didomin.
Di vê çarçoveyê de operasyonên li dijî şaneyên wan jî dewam dikin.
Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê têkildarî operasyona wan a li dijî şaneyên DAIŞ’ê daxuyaniyek belav kir.
Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku di encama operasyonekê de, hêzên wan li Kerkûkê 8 çeteyên DAIŞ’ê girtine.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku yek ji çeteyên hatî girtin, xurek û kel û pel ji bo DAIŞ’ê dibir.