
Cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr.Muxtar Xubaşî der barê girîngiya têkiliyên Kurd-Ereb de diyar kir ger pirsirêka Kurd çareser nebe, ewlehiya neteweyî ya Ereban jî xurt nabe. Xubaşî da zanîn ku pêwîstî pê heye ku kongreyeke mezin di navbera Kurd û Ereban de bê lidarxistin.
Der barê foruma Ereb-Kurd ku Rêxistina Geşkirin û Pêşxistinê ya Misirî bi rêya online pêk anî, cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr.Muxtar Xebaşî ku di heman demê de moderatorê forumê bû, ji Ajansa Hewarê re axivî.
Dr.Muxtar Xubaşî bal kişande li ser girîngiya civînê û xurtkirina têkiliyên Kurd û Ereban.
Xubaşî diyar kir ger pirsirêka Kurd çareser nebe, ewlehiya neteweyî ya Ereban jî xurt nabe.
Dr.Xubaşî der barê hevkariya Kurd û Ereban de berxwedana li Kela Şeqîf jî bi bîr xist ku gerîla li kêleka hêzên Filistînî şer kirin.
Dr.Xubaşî bal kişand li ser girîngiya lidarxistina civînên li ser têkiliyên Kurd û Ereban û diyar kir ku divê li Sûriyê, Îraq, Lubnan û Urdunê jî civînên wiha bêne lidarxistin.
Dr.Muxtar Xubaşî bal kişand li ser têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê ya dijî DAIŞ’ê û diyar kir ku têkoşîna QSD’ê hevkariya di navbera Kurd û Ereban de ye û hevkarya Kurd û Ereban ya di serdema Selahedîn El-Eyûbî bi bîr xist.
Xubaşî diyar kir Kurd û Ereb li ser vê bingehê dikarin di têkiliyên xwe de sîwaneke berfirehtir ava bikin.
Cîgirê serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Dr.Muxtar Xubaşî di dawiya axaftina xwe de got ku wan di komcivînê de pêwîstî dîtin ku di navbera Kurd û Ereban de kongreyeke mezin bê lidarxistin.