Kongireya çaremîn a Yekîtiya Dermansazên Bakur û Rojhlatê Sûriyê li Hesekê hat li dar xistin.
Kongir bi dirûşmeya ” Bi hişmendiyek durist civakek tendurist, Saxlem ava dibe” pêk hat.
Kongreya Yekîtiya dermansazên bakur û rojhlatê Sûriyê li xwaringeha Marbêla a Hesekê bi beşdariya dehan endamên partî, saziyên herêmê û dermansaz pêk hat.
Di konferansê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xerîb Hiso axivî û behsa geşedanên siyasî yên li herêmê, asteng û gefên li dijî herêmê kir.
Hiso got:
Li hember astengiyên li pêşiya herêmên derdikevin divê ji bo xurtkirina birêxistinkirinê xebat werin zêde kirin.”
Her weha hevgirtina gelên herêmê û xwerêxistinkirin gel di vê pêvajoyê de jî hat ziman.
Ji aliyê aliyê beşdaran û dermansazan ve nîqaş hatin kirin û kar û xebatên dermansazan hatin nirxandin.