Azerbeycan bi hevkariya rejîma Tirkiyê, hewil dide, li herêma Kafkasya guhertinek jeopolîtîkî pêk bîne.
Ev yek bi koçberkirina ermeniyên li herêma Qerebax a Çiyayî re xuya dike.
Li dijî guhertina jeopolîtîkî ya li herêmê Îran bertek nîşan da.
Tehranê got: Ew li dijî guhertina sînorên li Kafkasyayê ne.
Îranê diyar kir ku piştî operasyona leşkerî ya Azerbaycanê li herêma Qerebaxê, divê Kafkasya ji aliyê jeopolîtîk ti guhertinek lê pêk neyê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kananî bi taybetî bal kişand ser projeya Korîdora Zengîzûrê û diyar kir ku serweriya Azerbaycanê li ser Qerebaxê ji aliyê Tehranê ve tê naskirin, lê Îran li dijî guhertina sînorên navdewletî û guhertinên jeopolîtîk a li herêma Kafkasyayê ye.
Azerbaycan plan dike ku korîdorekê veke ku tê de bikaribe xwe bigihîne Herêma Xweser a Nexçevanê ku demeke dirêj bi Tirkiye, Ermenistan û Îranê re sînor e.
Korîdoreke wiha tê wateya qutkirina pêwendiya Îran û Ermenistanê.
Daxuyaniyên Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Kananî, di çarçoveya serdana Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Ermenîstanê Armen Grîgoryan a ji bo Tehranê de pêk hat.
Di navbera Êrîvan û Tehranê de bi kevneşopî têkiliyên bazirganî yên xurt hene.
Li aliyê din Kananî diyar kir ku welatê wî her tim piştgiriya vegera herêma Qerebaxa Çiya ya “dagirkirî” bo Azerbaycanê kiriye.
Ji ber hevalbendiya nêzîk a Azerbaycanê bi Tirkiyê re, ku yek ji hevrikên Îranê li herêmê ye.
Demeke dirêje sarbûnek di pêwendiyên Bakû û Tehranê de heye.
Tehran jî ji ber îtxalata mezin a çekan a Azerbaycanê ji Îsraîlê aciz e.
“Komara Qerebaxê” ya ku ji aliyê ti welatên cîhanê ve nehatibû naskirin, hat betalkirin.
Nêzîkî 120 hezar Ermenî ji Qerebaxa Çiya ku li gorî hiqûqa navneteweyî wek axa Azerbaycanê tê hesibandin, lê nifûsa wê bi giranî Ermenî ne, di 12 rojên dawî de koçberî Ermenîstanê bûn.



