Ji bo beşdariya meşan bang hat kirin

Li dijî hevkariya Dewleta Tirk û PDK’ê ya li dijî gerîla û Başûrê Kurdistanê, li herêma Cizîrê wê ji sibê û pê de gel dakevin qadan xwepêşandan werin lidarxistin. Endamê komîteya amadekar Mehsûm Hesen, bang li şêniyan kir ku beşdarî meşan bibin.

Xwepşandan wê di bin diruşma “Em li dijî xiyanetê li ber xwe bidin û rûmeta xwe biparêzin”, werin lidarxistin.

Çalakî dê ji sibe ve li gorî pilansaziyek li herêma Cizîrê dest pê bikin û heta 26’ê Nîsanê dewam bikin.

Endamê komîteya amadekar a lidarxistina xwepêşandanan Mehsûm Hesen bang li gelê Kurd ê li welat û derveyî Kurdistanê kir ku dakevin qadan û li dijî plan û komployan serî hildin.

Her wiha bang li her kesî kir ku tevlî meşên li dijî xiyaneta PDK’ê bibin.

Back to top button