HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di 22 û 23’ê Nîsanê de Herêmên Parastinê yên Medyayê herî kêm 48 caran bombe kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku êrîş li ser gelek qadên li Zap û Xakûrkê hatine kirin.
HPG’ê têkildarî êrîşên dewleta dagirker, ev agahi parvekirin:
23’ê Nîsanê artêşa Tirk a dagirker êrişî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kiriye.
Hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dane û şer çêbûye.
Heman rojê bi balafirên şer Goşînê, Girê Berbizina û ava Lolanê yên Xakurkê 3 caran bombekirin.
22 û 23’ê Nîsanê Qada Geliyê Lolan, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê yên Xakurkê jî 45 caran bi obus, hewan, tank û çekên giran hatin bombekirin.”