Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundekî Xaneqînê kirin

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Um Hunte yê bajaroka Gulale ya ser bi Xaneqînê ve kirin, di encamê de navbera şêniyên gund û çeteyên DAIŞ’ê de şer rû da.

Li gorî Ajansa Rojnews’ê, vê êvarê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên sekvanî êrîş kirin li ser çend nuqteyên parastinê yên şêniyên gundê Um Hunte.

Artêşa Iraqê û şêniyên gund jî bersiva çeteyan da. Niha şer bi dawî bûye. Ziyana giyanî nebû.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê nêzî herêma Şêxba ye, berdewam êriş dikin li ser gundên wê herêmê.

Ev çend car in li dijî gundê Um Hunte êriş pêk tê, lewma şêniyên gund nuqteyên çavdêriyê danîne û gundê xwe diparêz in.

Back to top button