GELÊ MEXMÛRÊ LI DIJÎ DORPÊÇÊ NAMEYEK GIHANDIN PARLAMAN IRAQÊ

Piştî bûyera 17’ê Tîrmehê ya li bajarê Hewlêr ku di encama wê de endamekî MÎT’a Tirkiyê hat kutşin û şûnde hêzên PDK’ê wargeha Mexmûrê xist dorpêçê. Lewma ji bo rakirina vê dorpêçê Meclisa gela Mexmûrê nameyek şand ji parlamantoya herêma başûrê Kurdistan û ya Iraqê re .

 

Nameya ku li ser navê 12 hezar penaberanî hatî nivîsandin, ji aliyê Parlamenterê Koma Goran ê parlamentoya Iraqê Kawa Mihemed ve gihişt parlamentoya Iraqê.

Derbarê heman mijarê de doh şandek ji wargehê bi Tevgera Goran û Tevgera Azadî re civiya.

Herdu aliyan ji bo rakirina dorpêçê soza hewldanan dan.

 

Li aliyê din, Pjîjka bi navê Medya ku ji salên 1993’an ve xizmeta tenduristiyê dide gelê Wargehê dorpêç şermezar kir û got:

Pêwîste siyaset bandorê li ser tenduristiyê neke.

Ez bang li Neteweyên Yekbûyî, sazî û dezgehên mafên mirovan ên navnetewî dikim ku ji bo dawîanîna ambargoyê berpirsyariyên xwe bicîh bînin.

Leave a Reply

Back to top button