Dewleta Tirk gundên Şehba û navçeya Til Rifet topbaran kir

Duh herêm bi dijwarî hat topbaran kirin ..
Dewleta Titk gundê Amûdê ,Şehbayê ,Kobanê û navçeya Til Rifetê topbaran kir.
Di êrişa li ser Amûdê de 4 welatî şehîd bûn .

Duh derengî şevê navçeya Til Rifetê ji aliyê dewleta Tirk ve hat topbaran kirin ..

Beriya wê jî gundê Medyûnê yê Şehbayê bû hedefa êrişan ..

Di encama êrişa li ser gundê Amûdê 4 welatî şehîd bûn

Danê êvarî jî balafireke bê mirov a bi çek a gundê Sinceq Sadûn ê Amûdê bombebaran kir.

Di encamê de 4 welatî şehîd bûn .

Ne tenê ev heman dagirkerî gundê Çariqlî yê Kobanê jî bi balafirên şer bombebaran kir.

Di encamê de 16 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan..

Navên 3 birîndarên hikumeta Şamê jî hatin eşkerekirin..

Ew jî :

Ehmed Mihemed Seîd.

Mûtesem Baxacatî .

Xiyas Necar El Mesrî ne.

Back to top button