Salvegera 25. a şehadeta Sema Yuce

Îro salvegera 25’an a şehadeta Sema Yuce ye.

Sema Yuce weke kesayeta Zîlan derdikeve pêş.

Di çalakiya wê de gelek milên xweşik û bi hêz hene.

Serî natewîne, serhildêr e.

Ji bo pirsa “Çawa bijîn” re jî misoger bersiva rast e.

Rastiya Sema di wateya eşq, bedewî û şerê azadiyê de bi awayekî mezin dayîn heye.

Hesreta wê ya herî mazin bidestxistina derfetên azadiyê û şerkirin e.

Bi van nirxandinan Rêber Apo qala jina serhildêr û şoreşger Sema Yuce dike.

Wê germahiya tirêjên rojê heta hinavê xwe kêşa bû.

Wate û lêgerîna rasteqîn di jiyan û çalakiya xwe de raber kir.

Xwediya soz û biryardariya mezin Sema Yuce bi nasnav Serhildan-Leyla, wekî “Keça serhildêr a Araratê” beriya çalakiya hest, biryardarî û girêdana xwe ya bi roj û azadiyê re di nameyekê rêz dike.

“Çawa li ezman du roj tuneye û dê tu carî tunebe, ji bo mirovekî, ji bo jinek ku dixwaze azad bibe, du hilbijerkên jiyanê û navenda çavkaniyê jî nabe.

Ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bikim pireke ji agir.

Ji bo ez bibim şagirtek baş ê Mazlum Dogan û hemû şehîdan; dixwazim wek Zekiye bişewitim û wek Rahşan, Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser jî bibim Newroz.

Ez dixwazim biçim bihûşta ku ji aliyê heval Zîlan ve hatiye afirandin.

Wesiyeta rêheval Zîlan û birdoziya Rêber Apo rêya me diyar kiriye.

Erka ku dikeve ser mile me famkirin, têgihiştin û pêkanîna vê divê.

Ev fermaneke demê ye.

Jina azad; dê bibe azadiya welat û azadiya mirovahiyê!

Sema Yuce ku yek ji sembola dîroka jinê ya Kurd.

Di sala 1971’ê de li gundê Qerqelîkê yê Tutaka Agiriyê çavê xwe li jiyanê vedike.

Rihê xwe yê berxwedanê ji malbata xwe ya ku ji serhildana Agiriyê re pêşengî kiribûn girtiye.

Heta zanîngehê li Agiriyê dixwîne.

Di 1989’an de beşa Civaknasiyê qezenc dike û diçe Enqereyê.

Li vir xwendekarên welatparêz nas dike û di xebatê ciwanan yên YCK’ê de cih digire.

Sema di 1991’ê de tevlî nava Tevgera Azadiyê dibe.

Di havîna 1992’an de bi komek hevalên xwe re vedigere Agiriyê û piştî îxbarek li navenda bajêr tê tê girtin 22 sal
cezayê girtîgehê yê giran lê tê birîn.

Piştî çalakiya Ronahî û Bêrîvan vê carê li zindanê wê agirê Newrozê bi bedena jineke Kurd a azadîxwaz pê biketa.

Sema yuce Di şeva Newroza 21’ê Adara 1998’an de li li girtîgeha Çanak-kaleyê çalakiya fedaî li dar dixe.

Piştî têkoşîna 84 rojan di 17’ê Hezîrana 1998’an li nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşaya Stanbolê şehîd bû.

Back to top button