PAJK’ê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî

Koordînasyona PAJK’ê şehîdên jin ên pêşeng ku di meha Hezîranê de şehîd bûne, bi bîr anî.
PAJK’ê bang li jinên ku li azadiyê digerin kir ku bi ruhê Şehîdên Hezîranê desthilatdariya mêr hilweşînin.
Û têkoşîna îdeolojîk-polîtîk li ser bingehê parastina cewherî bi rengekî radîkal bimeşînin.

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“Hezîran di dîroka me Tevgera Jinê de weke meha şehîdan tê zanîn.

3’ê Hezîranê Leyla Yildiz (Şaristan Asmîn), 7’ê Hezîranê Fîlîz Yerlîkaya (Gulan),

17’ê Hezîranê Sema Yuce (Serhildan), Hatîce Hezer (Berîvan Zîlan), Delal Azîzoglû (Raperîn Amed)

Û 30’ê Hezîranê Zeynep Kinaci (Zîlan) çalakiyên fedayî kirin û gihaştin asta şehadetê.

Bi şehadetê bûn cewher, çavkaniya me ya jiyanê û pêşengên me yên ku rêya me ronî dikin.

Di şexsê hevrêyên xwe de em şehîdên xwe yên şoreşa jinê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

PAJK’ê anî ziman ku şehadet wê yekê teqez dike ku azadiya jinê encex bi rizgariya civakî pêkane û wiha domand:

“Di şer de şehadet çêdibin ku em nikarin tenê bi bîranînê derbas bikin.

Ji ber ku rastiya şehîdan dîroka jin û civakê ye ku felsefeya rastiya şehîdan û jiyana azad xistiye nava jiyanê.

Şehîd bûyîna çanda têkoşîna azadiya jinê ye, nasname û îradebûna wê ye.

Hevrê Sema Yuce li ser xeta Zîlanan li girtîgehan nûneriya nasnameya PAJK’ê kir û dijmin têk bir.

Hevrê Gulan bi rêxistinbûna jina fedayî bersiva dijmin û komployê da.

Raperîn Amed sekna bi fedakarî, cesaret û bi eşq tevlîbûna têkoşînê raber kir.

Hevrê Berîvan Zîlan pêşengên tevgera me ya jinê ne.

Hevrê Sema, Gulan, Raperîn, Bêrîvan bi coşa şoreşgerî mîrateya me ya azadiyê mezin kirin.

Hevrê Raperîn Amed, Bêrîvan Zîlan, Gulan her tim weke nirxên me yên azadiyê yên herî zelal wê bijîn.

Îro gerîlayên azadiyê yên YJA Starê ji bo parastina rûmet û azadiyê li dijî êrîşên kîmyewî şer dikin.”

PAJK’ê bang li jinên ku li azadiyê digerin kir ku bi ruhê Şehîdên Hezîranê desthilatdariya mêr hilweşînin.

Û têkoşîna îdeolojîk-polîtîk li ser bingehê parastina cewherî bi rengekî radîkal bimeşînin.

Back to top button