Kuştina Nesrîn Qadirî, agirê serhildanê geştir kir

Kuştina Nesrîn Qadirî, agirê serhildana li Îran û rojhilatê Kurdistanê geştir kir.
Duh li bajarê Merîwan û Tahranê li dijî kuştina xwendekara Kurd xwepêşandan û çalakî hatin li darxistin.
Heman demê de xwepêşandan û çalakiyên li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî dewam bûn.

Agirê serhildanê ya li dijî rejîma Îranê ku bi kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî re despê kirî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav dibe.

Doh xwepêşandêr di roja 52’an de li qadan bûn.

Jina Kurd a ji Merîwanê Nesrîn Qadirî ku di 4’ê Mijdarê de tevlî xwepêşandanên roja Îniyê yên li Tehranê bibû, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat kuştin.

Nesrîn Qadirî li Tehranê zanîngeh dixwend, piştî belavbûna kuştina jina Kurd welatiyên li Merîwanê dest bi xwepêşandanê kirin.

Tevî hewldan û zextên rayedarên dewletê yên li ser malbata Nesrîn Qadirî ku sedema mirina keça xwe bi nexweşiya wê ve girêbidin, hêrsa gelê Merîwanê dankete.

Doh danê sibê xwepêşandan destpê kirin.

Di bin pêşengtiya jin û ciwanan de gelek welatî daketin kolanên Merîwanê û tevlî xwepêşandan û çalakiyan bûn.

Xwepêşanderan bi pêxistina agir û gotina dirûşmeyan nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Hêzên rejîma Îranê bi zext, zorî û tundûtijiyê hewldan xwepêşanderan belav bikin, lê bi ser neketin.

Xwepêşandêr heta derengiya şevê li qadan bûn.

Li gorî agahiyê ji şahîdan hatîn girtin 10 kes di xwepêşadanê de birîndar bûne.

Her wiha li bajarên Sine, Seqîz, Bokan û Kirmanşan xwepêşandan û çalakiyên cuda cuda dewam bûn.

Li Bokan di bin pêşengtiya jinan de meş û çalakî bi gotina dirûşmeyan hatin lidarxistin.

Heman demî li taxên bajarê Sine ciwanan bi pêxistina agir û girtina rê li trafîkê çalakiyên xwe domandin.

Li ser asta Îranê jî çalakî û xwepêşandanên xwendevanên zanîngehan berdewam bûn.

Li bajarê Zahîdan komek xwendekarên jin bi dirûşmeya ‘Mirin ji bo diktator’ meş li darxistin.

Heman demê de li bajarê Tehran, Buşehr û gelek bajarên din yên Îranê xwepêşandan û çalakî dewam bûn.

Li Tehranê jî xwepêşandêran bi berzkirina dirûşmeyên li dijî desthilatdariyê piştgiriya xwe ji xwepêşanderên Kurdistan û Belûçistanê re ragihandin û dirûşmeya ‘Kurdistan û Belûçistan, ronahiya çavê Îran’ berzkirin.

Back to top button