Li derya Japonya merasîma keştiyên şer

Koreya Bakur û Rêveberiya Çînê, Taywan û Japonaya xistine nava tevgerê.
Li Japonyayê bi beşdariya hêzên deryayî yên 12 welatan merasîmeke navneteweyî hat lidarxistin.
Taywanê jî ragihand ku li derdora gravê 44 balafirên şer yên Çînê, 2 dronên leşkerî û 4 keştî hatine dîtin

Hikumeta Japonay piştî ceribandina moşekên Koreya Bakur ketiye tevgerê.

Çapemeniya Japonya li herêma moşekên Koreya Bakur lê ketine piştî 7 salan merasîma keştiyên deryayî pêk anî.

Di merasîmê de 18 keştî û 6 balafirên şer ên ji 12 welatan weke DYA, Kanada, Awistralya, Koreya Başûr û Hindistanê amade bûn.

Serokwezîrê Japonya Fumio Kişîda got;

Koreya Bakur gelek ceribandinên moşekan, li ser keştiya helîkopteran Izumo pêk anîne.

Kişîda derbarê ceribandina moşekê ya ku Koreya Bakur yên 4’ê Cotmehê de got;

Moşekên Pyongyangê û pêşveçûna nukleerî nayê qebûlkirin.

Amerîka û Koreya Başûr piştî ceribandinên moşekî yên Koreya Bakur biryar dan ku tetbîqata ku dihat plankirin 4’ê Cotmehê bi dawî bibe, wê bidomînin.

Taywan: Li derdora gravê 44 balafirên Çînê hatine dîtin

Li başûrê Japonya jî heman metirsî heye.

Rêveberiya Taywanê ji tevgerên Çînê yên dema dawî bifikarin.

Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku di nava rojê de, li derdora grvaê 44 balafirên şer, 2 dronên leşkerî û 4 keştiyên şer yên Çînê hatine dîtin.

Piştî serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîka Nency Pelosi ya di despêka meha Tebaxê de bo Taywanê pêk anî de alozî gurtir bû.

Rêveberiya Pekînê jî li derdora gravê tetbîqatên xwe yên leşkerî zêde kir.

Herî dawî Serokê Çînê Xi Jinping di kongreya partiya xwe de careke din Taywan weke parçeyek ji xaka welat pênase kir.

Back to top button