Rapora Avhewa: Êdî asta deryayê bileztir bilind dibe

Hêrsa derwlemendiyê cîhanê xera dike.
Rêxistina Meteorolojî ya Cîhanê ragihand ku di nava 10 salên dawiyê de asta deryayê ji ber helîna qeşa bilindtir bûye.
Ev yek ji salên 1990’î jî derbas kiriye.
Rapora beriya lûtkeya COP27’an a li Misir pêk tê, dengvedaneke zêde çêkir.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) têkildarî Rewşa Avhewayê ya Cîhanê ya sala 2022’an rapora ku amade kirî weşand.

Li gorî raporê di nava salên dawiyê de qeşa bileztir dihelin.

Li cîhanê di 10 salên dawî de li gorî salên 1990’î bilindbûna asta deryayê du qat zêde bûye.

Li Misirê civîna COP27’an pêk tê

Rapora ku di roja yekem a civînên giştî ya Konferansa Partiyên Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a 27. (COP27) ku li Şarm el-Şêx a Misirê hat lidarxistin hat weşandin.

Di raporê de, bal kişand ser bilindbûna ava deryayê û hate gotin;

Ji sala 2020’an ve her sal asta deryayê 5 milîmetre bilind bûye.

Ev dane li gorî salên 90’î ji sedî 2,1 milîmetre bû.

Li gorî raporê, eşkere dike ku qeşaya li Gronlandê ev 26 sal in girseya xwe winda kiriye.

Tê pêşbînîkirin ku 2022 jî di nav de 8 salên dawî, weke salên herî germ ên cîhanê tên tomarkirin.

Guterres: Divê em bi çalakiyan bersivê bidin banga gerekstêrkê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, rapora ku hat weşandin wek qeyda “kaosa avhewayê” bi nav kir û got,

“Divê em bi çalakiyan bersivê bidin banga alîkariyê ya gerstêrkê.

Bi çalakiyek avhewayê ya bi biryar û pêbawer.”

Zanyarê avhewayê Jennifer Francis ji Associated Press re axivî, rapora Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê bi raporek laboratîfê ya ku rewşa nexweşek giran nîşan dide, binav kir.

Taalas: Germahî çiqas zêde bibe bandor jî ewqas giran dibe

Sekreterê Giştî yê WMO Petteri Taalas got,

“Germ çiqas zêde bibe, bandor jî xirabtir dibe.

Niha di atmosferê de asta karbondîoksîtê ew qas zêde ye ku zehmet e bigihîjin sînorê jêrîn ê Peymana Parîsê ya 1,5 pileyî.”

Taalas, anî ziman welatên ku herî kêm ji guherîna avhewayê berpirsyar in, herî zêde zirarê dibînin.

Di civîna COP27’an de daxwaz tê kirin ku welatên herî zêde dibin sedema guherîna avhewa wê alîkariya welatên herî ji rewşê bandor dibin bikin.

Lîderên bêtirî 120 welatan wê beşdarî lûtkeya COP27 bibin

Serokên bêtirî 120 welatan wê beşdarî civînên lûtkeyê yên ku îro û sibe bên lidarxistin bibin.

Civîna bilind wê 18’ê Mijdarê bi dawî bibe.

Back to top button