Xalid Muhenna: Li Iraqê buyerên xwekuştinê zêde dibin

Berdevkê Wezareta Karê Hindir ya Iraqê ragihand ku ji ber sê faktorên esasî û di nav 8 salên bihorî de 4 hezar 855 kesan dawî li jiyana xwe anîye.

Berdevkê Wezareta Karê Hindir ya Iraqê Xalid Muhenna bi daxuyaniyekê bîlançoya buyerên xwekuştinê yên di navbera salên 2015-2022’yan de belav kir.

Xalid Muhenna diyar kir ku di sala 2015’yan de li herêmên Iraqê ji bilî Herêma Kurdistanê, hêjmara buyerên xwekuştinê 376 bûn.

Her wiha Xalid eşkere kir ku di sala 2016’yan de 343 buyerên xwekuştinê hebûn.

Di sala 2017’an de 449, di sala 2018’yan de 519, di sala 2019’yan de 588, di sala 2020’an de 644, di sala 2021’an de 863 û di sala 2022’an de hezar û 73 buyerên xwekuştinê hatine qeydkirin.

Herî dawî Xalid da zanîn ku bîlançoya buyerên xwekuştinê zêde dibin û got: ” di nav 8 salên bihorî de 4 hezar 855 kesan dawî li jiyana xwe anîye.Pispor sedemên xwekuştinê bi sê faktorên derûnî, aborî û civakî ve girê didin.”

Back to top button