Dewleta Tirk û Rûsiya li ser riya navdewletî ya Heleb-Lazqiyê dewriyek hevbeş pêk anîn.
Di çarçoveya lihevkirina di navbera Tirkiye û Rûsya de, pêkhatina dewriyeyên hevbeş li ser riya Heleb-Lazqiyê ya navdewletî dewam dike.
Di vê çarçoveyê de, dewriya hevbeş careke din pêk hat.
Rûsya: Partiya Îslamî Tirkistanî êrîşa Cisir El-Şixûr pêk anî
Duh jî çavdêriyê ragihand ku li ser riya M4 a Heleb-Lazqiyê ya navnetewî, ji aliyê herêma Cisir El-Şixûr ve, karwanekî dewleta Tirk û çeteyan hatiye hedefgirtin.
Di encamê de leşkerî dewleta Tirk birîndar û yek jî hatibû kutşin.
Wezareta Parastinê ya Rûsya, navê koma ku ew êrîş pêk aniye diyar kir.
Wezaretê ragihand ku çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanî, ev êrîş pêk anîne.