Kesek sergirtî li pêş kamereyan xwest agir berde avahiya HDP’ê ya Cizîrê

Doh di seatên direngiya şevê de, li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê êrîşek pêk hat. Rêxistina HDP’ê bi daxuyaniyekê ev yek şermezar kir. Parlamenterên Şirnexê diyar kirin ku ev cara 3. êrîşên bi vî awyî pêk tên û anîn ziman ku ew ê serlêdana sûc bikin.

Kesekê nasnameya wî ne diyar ê sergirtî û êlekê gule derbas nake li xwe kiribû, duh di saetên şevê de, agir berda deriye Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Cizîr a Şirnexê.

Di qeydên kamerayê de, kesek bi wesayîtê nêzî avahiyê dibe, bi şîşeya di deste xwe agir berdide deriyê avahiya partiyê.

Balkêşe ev kes pir bi rehetî tevgerê dike.

Ji xwe cihê bûyer lê qewimî, 24 saetan polîsên AKP’ê bi rêya kamereyan dişopînin.

HDP’Ê wê li dijî êrîşên li ser avahiya wan a Cizîrê serlêdana sûc bike

Rêxistana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Cizîr a Şirnexê, der barê êrîşê de daxuyanî da.

Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozgûneş, diyar kir ku cara 3’yemîn e êrîşê avahiya navçeyê tê kirin û wiha got:

“Em gelek baş dizanin ku ev êrîş tên çi wateyê.

Ger ku ev êrîş li dijî dewletê bihata kirin beriya 24 saetan dê kiryar bihata dîtin û encam û raya giştî re bihata parvekirin.

Lê belê em dibêjin ku em ê bêdeng nemînin.

Kesê ku êrîşê avahiya me dike diyar e.

Lê belê ev kes ji aliyê dewletê ve tê parastin.

Em ê li dijî vî êrîşê serlêdana sûc bikin.”

Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr jî bi lêv kir ku di her qadê de li dijî wan êrîş tên kirin û êrîşa li dijî avahiya HDP’ê hatiye kirin jî yek ji wan êrîşan e.

Nuran, anî ziman ku di vê pêvajoyê de bi sedan HDP’yî di girtîgehê de ne û ji aliyekî ve jî êrîşê avahiyên HDP’ê tên kirin.

çend dimenê sloganên dawî yên wan biherikêne.

HDP ji bo cîgirê serokomarê Tirkiyê: Armanca êrîşên li dijî HDP’ê çiye?

Parlamenterê HDP’e yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, têkildarî êrîşê pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomarê Tirk Fuak Oktay bibersivîne.

Kaçmaz, pirsa “Armanca êrîşên bi rêk û pêk yên li dijî avahiya HDP’ê ya Cizîrê çî ye?” ji Oktay pirsî.

Back to top button