HRE: Li Efrîn, Ezaz û Babê 9 çete hatine kuştin

Leşkerên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, li herêmên Efrîna, Bab û Ezaza ku dagirkirine, ji ber Hêzên Rizgariya Efrînê di nava metirsiyê de ne. Hêzên Rizgariyê di nava 2 heftenên dawiyê de, rêzeçalakiyên bi bandor li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê lidar xistin. Di çalakiyên de, herî kêm 9 çete hatin kuştin.  Her wiha derb li maşîneyek ya çeteyan jî hat xistin.

Hêzên Rizgariya Efrînê dijî di dagirkeriya dewleta tirk çalakiyên xwe yên bibandor didomînin.

Hêzên rizgariyê li ser rêzeçalakiyên ku di nava 2 hefteyên derbasbûyî de pêk anîne, bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî da:

17`ê Gulanê hêzên rizgariyê li herêma Efrînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên sabotajê li dar xistin.

Di encamê de serçeteyê bi navê Ebû Amir Til Rifat jî di nav de, 2 çete hatin kuştin, lê belê kuştî û birîndarên leşkerên dewleta Tirk nehatin zelalkirin.

18`ê Gulanê Hêzên Rizgariyê li herêma Marê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke serdagirtinê li dar xist û 4 çete hatin kuştin.

Her wiha di çalakiyek sekvanî ya li herêma Babê de jî çeteyek hat kuştin.

19`ê Gulanê Hêzên Rizgariyê li ser rêya gundê Çeqela û Alkana yên navçeya Şiyê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin.

Di çalakiyê de, çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Her wiha derb li maşîneya çeteyan jî hate xistin.

23 Gulanê Hêzên Rizgariyê li nêzî Pira Acer a bajarê Efrînê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê kirin û çeteyek birîndar bû.

Di çalakiyên li herêma Marê de jî çeteyek hat kuştin.

25`ê Gulanê Hêzên Rizgariyê li taxa Mehmudiyê ya bajarê Efrînê li nêzî benda kontrolê ya çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin.

Di encamê de seyareyek hat teqandin, kuştî û birîndarên çeteyan ne hat zelalkirin.

Hêzên me li ser rêya Efrîn û Ezazê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin.

Di encamê de ziyana madî çêbû.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku di encama van çalakiyan de, bi qasî hatî zelalkirin, 9 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn û seyare hatiye teqandin.

Back to top button