Cejin bi dawî bû, Talîban êrîş kir, 7 leşkerê Afxanî hatin kuştin

Piştî ku agirbesta 3 rojan a bi boneya Cejna Remezanê bi dawî bû, Talîban yekem êrîş li dijî leşkerên Afganî pêk anî û 7 leşker hatin kuştin.

Tevgera Talîlban bi boneya Cejna Remezanê agirbesteke yek alî a ji bo 3 rojan ragihandibû.

Dewleta Efxanistanê jî pêşwaziya agirbestê kirîbû û her wiha bi sedan girtiyên Talîban berda.

Piştî ku agirbest bi dawî bû Talîban yekem êrişa xwe li dijî leşkerên Efxan pêk anî.

Di êrîşa ku li dijî baregeheke leşkerî ya hêzên Afganistanê a li Wîlayeta Perwan pêk hat, baregeh hat şewtandin û 7 leşker hatin kuştin.

Berdevkê Wîlayeta Perwan Wehîd Şahkar êrişa Talîban piştrast kir û ragihand ku di êrişekê de ziyan gihîştiye endamên Talîban, lê agahiyên zêdetir parve nekir.

Back to top button