Ji ber bahozê li Rûsya û Ukraynayê 18 kes mirin

Li aliyek şerê Ukrayna û Rûsyayê rewşa hewayê jî bandoreke neyênî li ser heremê dike.
Rayedarên her du welatan diyar kirin ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê 18 kes mirine.

Wezîrê Karên Hundir ê Ûkraynayê Îgor Klymenko diyar kir ku ji ber bahozê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Klymenko her wiha diyar kir ku 23 kes jî birîndar bûne ku 2 ji wan zarok in.

Bahoza ku di medya Rûsyayê de weke ‘bahoza sedsalê’ tê pênasekirin, li gorî rayedarên Rûsyayê li Qirimê û herêmên din ên Ûkraynayê, her wiha li Moldovayê bûye sedema mirina 8 mirovan.

Li 11 herêmên Ûkraynayê li zêdeyî 400 deveran ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê elektrîk qut bûye.

Wezareta Enerjiyê ya Rûsyayê diyar kir ku ji ber bahozê nêzî 1.9 milyon mirov bêelektrîk mane.

Her wiha hêjayî gotinê ye televîzyona Kirim 24, ragihand ku ji ber sedema bahozê akvaryûmek di bin avê de maye û tevli masiyên egzotîk 800 lawir miriye.

Back to top button