Li Ukrayna berfa zêde jiyana mirovan tevizandî ye

Sermaya li Ukrayna bandoreki mezin li ser jiyana mirovan dike.
Li Ukraynayê di dawiya hefteyê de ji ber sermaya cemedê 10 kes mirin û 23 kes jî rakirin nexweşxaneyê.
Her wiha li herêmên Mîkolaîv û Kirovogradê 8 rê hatin girtin û li 11 herêman li 411 gundan elektrîk qutbun e.

Şert û mercên hewaya sar li herêmên Odessa, Kiev, Mikolaiv, Çerkasy, Kiro-vograd û Kharkiv ên Ukraynayê bandorek neyînî li jiyanê kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxeweyî ya Ukraynayê ji ber barîna berf û bahoza zêde 14 rê li çûn û hatinê hatin girtin û li 16 herêman jî elektrîk qut bû.

Li herema Odessa 500 kes hatin rizgarkirin

Li herêma Odessa ku qalindahiya berfê digihêje 1,5 metreyî, 849 wesayîtên asê mabûn, hatin kişandin û 162 jê zarok nêzî 2 hezar û 500 kes hatin rizgarkirin.

Li herêma Mikolaîvê ku qalindahiya berfê digihêje 2 metreyan, 10 rê li trafîkê hatin girtin û herî kêm 75 wesayîtên asê mane jî alîkarî hat kirin.

Li herêma Kirovogradê nêzî 300 kes û 164 wesayîtên ku ji ber barîna berfê asê mabûn, hatin rizgarkirin.

Li 16 herêman li 2 hezar û 19 gundan elektrîk qut bûn û li herêmên ku ji ber şert û mercên hewayê xerab bûne navendên lezgîn hatin avakirin.

Ji ber sermaya zêde 10 kes mirin 23 kes jî rakirin nexweşxaneyê

Her wiha hat ragihandin ku di hefteyekî de ji ber sermaya zêde 10 kes mirin, 23 kes rakirin nexweşxaneyê.

Li herêmên Odessa, Xarkiv, Mîkolaîv û Kîevê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê 10 kes mirin û 2 jê zarok 23 kes jî bi nîşaneyên hîpo-termiyê rakirin nexweşxaneyê.

Li herêman xebatên ji bo ji holê rakirina encamên şert û mercên nebaş ên hewayê dewam dikin.

Hat diyarkirin ku li herêmên Mîkolaîv û Kiro-vogradê 8 rê hatin girtin û li 11 herêman li 411 gundan elektrîk qutbun e.

Back to top button