HPG: LI GABARÊ 13 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Gerîlayên HPG/YJA Starê li herêma Gabarê li dijî leşkerên dewleta tirk a dagirker ku derketin operasyona dagirkeriyê çalakî pêk anîn.

Di çalakiyan de 13 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Raghandin û Çapemenî ya HPG’ê têkildarî çalakiyn gerîla li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“Artêşa Tirk a dagirker di navbera 4-6’ê Gulanê de li herêma Gabarê ya Botanê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.

4’ê Gulanê li qada Findikê ya herêma Gabarê hêzên gerîla çalakiyek pêk anîn.

Ji cihekî nêz ve li yekîneyê hate xistin û di encamê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

5’ê Gulanê jî li qada Şehîd Aras gerîlayan xwe berdan nava hêzên dijmin û ji 2 baskan ve çalakî pêk anîn.

Di vê çalakiyê de ku bi rêbaza fedayî hate kirin, derbên giran li hêzên dijmin hatin xistin.

Di şer de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Her wiha 6 Gulanê jî li qada Şehîd Osman, çalakiyek pêk hat.

Li vir jî 4 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek birîndar bûn.

Piştî çalakiyê, hêzên dijmin êvara 6’ê Gulanê bi rengekî bê encam xwe ji qadê vekişandin.

Fermandariya Giştî ya artêşa dagirker û çapemeniya şerê taybet, dîsa rastî berevajî kir.

Ragihandin ku tenê 3 leşkerên wan hatine kuştin û Gerîlayek şehîd bûye.

Lê di operasyona dagirkeriyê de hêzên me zerar nedîtin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 7 Nîsanê li girê Lîlkanê çalakiyek pêk hat.

Derbên giran li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin.

Lê hejmara mirî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.”

Leave a Reply

Back to top button