Pispor û lêkolînerê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî wê bihêle ku herêmên ji terorîstan hatine paqijkirin, dîsan ji dest biçin.
Lêkolînerê stratejîk Fadil Ebû Rexîf, ku nêzî îstixbaratên Îraqî ye têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker axivî.
Ebû Rexîf da xuyakirin ku bi êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî, herêmên ku ji terorîstan hatin paqijkirin, ji dest diçin.
Her wiha Ebû Rexîf tekez kir ku ev êrîş ewlehiya netewî ya dewletên cîran, mîna Îraq û Lubnanê dike metirsiyê de.
Ji bo wê jî, Ebû Rexîf destnîşan kir ku Îraq bi dirêjahiya 605 KM sînorê xwe asê kiriye.