Rêveberiya Xweser: Divê şêniyên Dêrazorê li hember fitneyan baldarbin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li şêniyên heremê kir ku li hember şerê taybet ku derbarê Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ku li djî çeteyên DAIŞ’ê dimeşîne baldar bin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de daxuyanî da.

Rêveberiyê dazanîn ku piştî têkçûna DAIŞê li Baxozê, DAIŞ’ê hewl da li herêmê şaneyên xwe ji nû ve rêxistin bike.

Hinek alî jî bi rêka daiş ê dixwazin krîza heremê kurtir bikin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ewlehiya şîniyan xeta sor e, divê her kes ji bo vê yekê bixebite û têbikoşe û li gorî prensîbên xwe yên naskirî ji aramiya herêmê re tawîz nade.

Rêveberiya xweser li dijî hewildanên fitneyê ev bang li şêniyên dêrazorê kir:

1Em gelê xwe yê Dêra Zorê hişiyar dikin ku nekevin nava ti planên ku xizmeta dijminên gelê me dikin.

Îro piştî bi salan hevgirtina gelê me û serkeftina wan di avakirina vîna xwe ya azad de, yên ku dixwazin vê îradeyê bişkînin wê negihên armancên xwe

Em vê qebûl nakin û li dijî vê yekê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Back to top button