67 roj in çalakî dewam dike û hîna PDK cenaze radest nekirine!

67 roj in tevî serma û seqemê, Malbatên şehîdan li dergehê Sêmalka di çalakiyê de ne û daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin.
PDK’ê tevî ku ew şehîd xistin, mîna ku ev çalakî nebe, tevdigere.
Ne cenazeyan radest dike û ne jî bersivekê dide van malbatan.

Ji 5’ê Cotmehê ve, malbatên şehîdan li dergehê Sêmalka di çalakiyê de ne.

Tevî vê çalakiyê, malbatan sê caran hewl da bi awayekî fermî derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bibin û daxwazên xwe ji rayedarên PDK re bînin ziman.

Her sê caran jî ev hewl neçûn serî.

Rê ji wan re nehat dayîn û çûna wan ji aliyê hêzên PDK ve dihat astengkirin.

Tevî van astengiyan jî, malbat piştî du mehan, çalakiya xwe didomînin.

Malbat bi biryar in vê çalakiyê, heta wergirtina cenazeyên zarokên xwe, bidomînin.

Back to top button