Li Şengalê li ser girîngiya rêxistinbûn û yekîtiyê, konferansek pêk hat

Li Şengalê li ser girîngiya rêxistinbûn û yekîtiyê konferansek bi tevlîbûna pêkhateyeke berfireh a ji welat û derveyî welat pêk hat.

Li Şengalê, bi armanca bîranîna Fermana 73’an û rewşa giştî ya Êzidiyan konferansek hat lidarxistin.

Konferans bi dirûşmeya ‘Êzidî li pêşeroja xwe digerin’ bi pêşengiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) pêk hat.

Konferans bi tevlîbûna endam û nûnerên sazî û dezgehên Şengalê, nûnerên partî û rêxistinên derve û gel pêk hat.

Beşdaran qurbaniyên feramanê bi bîr anîn û bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûn, tifaq û yekîtiyê.

Herî dawî konferans bi encanameyekê qediya.

Back to top button