Garîbe Gezer ji ber zexta faşîsta AKP’ê jiyana xwe ji dest da

Li girtîgehên hikumeta AKP’ê ya faşîst tu li ber mirinê bî jî nayî berdan.
Ji ber zext û bipêkirinên di her alî de, girtî jiyana xwe ji dest didin.
Garîbe Gezer yek ji wan girtiyan bû ku rastî hemû cureyên êşkenceyê dihat.
Duh di girtîgeha Kandirayê de, Garîbe jiyana xwe ji dest da.

Rewşa girtiyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber her cure zext û binpêkirin lê hene, di metirsiyê de ye.

Di van girtîgehan de girtî rastî hemû cureyên êşkenceyê tên.

Heta nexweş jî ji van zextan nafilitin û xwedî par in.

Ne ev girtî tên berdan û ne jî tên dermankirin.

Garîbe Gezer, yek ji wan girtiyan bû ku di Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F de girtî bû.

Duh ji ber wan zextan duh Garîbe jiyana xwe ji dest da.

– Îro Dayikên Aştiyê, aktîvîstên (TJA), rêveberên Komeleya Malbatên Girtiyan; rêveberên HDP’ê û gelek rêxistinên jinan çûn ber nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê.

Jinan ji wir cenaze wergirt û bi gotina şehîd namirin bi rê ketin.

Di vê kêliyê de û ji ber vê siloganê polîsan xwest dest werdin.

Lê belê jinan li wan guhdar nekir û cenaze bir Balafirgeha Stenbolê.

Îro wê cenaze li navçeya Kerboran a Mêrdînê were veşartin.

Ji ber rewşa xerab a li girtîgehên Tirkiyê û tundiya ku li dijî girtiyan taybet li dijî jinan tê kirin, ev bûyer her rû didin.

Heta niha bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê jiyana xwe ji dest daye.

Tevî wê jî û ji bo ku kirinên xwe veşêre, hikumeta faşît a AKP bi îdiayan dixwaze vê rastiyê veşêre.

Garîbe Gezer ne qurbana dawî ya zexta vê rejîma Faşîst bû.

Niha bi sedan girtî ji ber rewşa wan xerab e, jiyana wan di metirsiyê de ye.

Back to top button