Projeya sergirtina sergoyê ji sedî 50 bi dawî bû

Meclisa kantona Hesekê ji sedî 50 ji projeya “sergirtina Tenduristî” ya sergoyê ya li bajarê Hesekê yê Rojhilatê Sûriyê bi dawî kir.

Xebata sergirtina tenduristî ya çopê bi rêya kolandina rûbereke bi zêdetirî 25 donim erd û bi kûrahiya 3 m li zeviyekî diyarkirî, pêk tê.

Cihê sergirtinê, bi 3 km dikeve başûrê bajarê Hesekê, rêyeke sereke ya derbasbûna alavên çopê hat vekirin û her wiha jî dê dîwrek li derdora wê bê lêkirin.

Hevseroka rêveberiya Hawîrdorê ya kantona Hesekê Robenda Ebdo der barê projeya sergirtina çopê axivî û diyar kir ku aramnca wan parastina hawîrdorê.

Robenda Ebdo daxuyakirin ku ji projeyê re 25 milyon lîreyên Sûriyê hatin diyarkirin û da zanîn ku xebat berdewam e û heta niha ji sedî 50 ji planê pêk hatiye.

Leave a Reply

Back to top button