Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya fitara xwe vekirin

Malbata Şenyaşar ku 732 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, di roja destpêkê a meha Remezanê de li ber edliyeyê fitar vekirin.

Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de ji bo edaletê li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribûn.

Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 732’ê de dewam dike.

Malbata Şenyaşar meha Remazanê ya îsal jî li ber edliyeyê pêşwazî kir.

Dayik Emine Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar heta wextê fitariyê li ber edliyeyê çalakiya xwe domandin û bi azana muxrib re li ber edliyeyê fitara xwe kirin.

Ferît Şenyaşar ku li ber edliyeyê axivî bi bîr xist ku wan par jî li ber edliyeyê fitara xwe kiriye û got:

Par hêviya me ew bû ku îsal edalet pêk bihata û me jî li mala xwe fitara xwe bikira.

Lê tevî ku salek derbas bûye hê jî edalet pêk nehatiye.

Heta edalet pêk neyê em ê li ber edliyeyê fitara xwe bikin.

Back to top button