Endamê Polîtbûroya YNK’ê Arêz Abdullah der barê komkujiya Parîsê de got:
Pêwîst e hikûmeta Fransa sedem û aliyên di pişt komkujiyê de hene eşkere bike.
Arêz Abdullah der barê komkujiya Parîsê de peyamek belav kir.
Arêz Abdullah di peyama xwe de got:
“Mixabin duh li paytexta Fransa Parîsê destê zilm û zordestiyê gihişt Kurdan.
Di nava 10 salan de ev duyemîn komkujî li Parîsê li ser Kurdan tê kirin..
Ev demeke hikûmeta Fransa dostanî û hevkarî bi Kurdan re dike..
Lê li Parîsê Kurd tên kuştin.
Pêwîst e sedemên vê tawanê werin eşkerekirin, tawanbar were cezakirin. ”
Arêz Abdullah tekez kir ku divê hikûmeta Fransa aliyên di pişt komkujiyann de eşkere bike.”
YNK: DIVÊ FRANSA ALIYÊN LI PEY VÊ KOMKUJIYÊ EŞKERE BIKE



