Hêzên Asayîşê ragihand ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk gelek gundên bajarê Tirbespiyê bombebaran kirin .
Di wan êrişan de, mal û milkên sivîlan kir armanc.
Hêzên Asayîşê li ser malpera xwe têkildarî êrişa Tirbespiyê daxuyaniyek weşand û tê de got:
“Dewleta Tirk sivîlan dike armanc”
“Dewleta Tirk di êrişên xwe de sivîlan dike armanc..
Pîvanên mirovî û exlaqî bin pê dike..
Bi rêya balafirên bêmirov mal û milkên sivîlan bombebaran kir.”
Dewleta Tirk gundên Girê Siwêr, Girê Pirê û Tiweyêl ên bajarê Tirbespiyê bi balafirên bêmirov kir armanc.