“Li hemberî zarokên Kurdan nikarin bi ser bikevin”

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Tûrhalli li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bertek nîşan da ..
Hafiz Tûrhalli got :
“Dewleta Tirk ji ber ku li dijî gerîla neserketî ye, çekên kîmyewî bi kar tîne.
Her kesên Misilman û xwe ‘mirov’ dibîne divê li ber artêşa Tirk rabe.”

Li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla, li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê bertek didomin.

Hafiz Tûrhalli Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî û şewitandina cenazeyên leşkeran ji aliyê artêşê ve axivî.

Tûrhalli anî ziman ku artêşa Tirk di dîrokê de her tim bi rengekî nehevseng êrîş kiriye û got:

“Gotina ‘Em ê kevir li ser kevir, serî li ser bedenê nehêlin’ a artêşa Tirk e..

Ev gotin karakterê artêşê radixe pêş çavan.

Bikaranîna çekên kîmyewî ji bo vê artêşê nîşaneya têkçûnê ye..

Tank, top, balafir, cerdevan, sîxur, nokerên xwe têrê nake niha çekên kîmyewî bi kar tînin.

Li hemberî zarokên Kurd ên ku bi çekên ferdî bi rengekî bêhempa li ber xwe didin, nikarin bi ser bikevin. ”

“Cîhan li dijî vî sûcê bêdenge”

Li ser bêdengiya Cîhanê li dijî vî sûcî jî Tûrhalli dibêje :

“Ya balkêş bêdengiya cîhanê ye.

Wijdanê wan nema ye.

Qanûn hene ku hêzên navneteweyî çêkirine.

Divê li gorî van qanûnan tevbigerin.

Eger yên ku ev qanûn danîne nikarin bi cih bînin, çima qanûn amade kirine.

“Divê malbatên leşkeran qiyametê rakin”

Tûrhalli bal kişand ser şewitandin û bombekirina cenazeyên leşkeran ji aliyê artêşê ve û got :

“Zarokên we dikujin.

Cenazeyên wan parçe dikin, yan jî benzînê lê dikin û dişewitînin.

Divê malbatên leşkeran li hemberî vê yekê qiyametê rakin ..”

Back to top button