Qehreman Xebat: Rûsya li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng dimîne

Artêşa Tirk a dagirker liv û tevgera xwe ya li ser rêyên M4 û gundên Bir Eysa, Şerkak û Firûsiyê berdewam dike.
Fermandarên QSD’ê destnîşan kirin ku tevî êrîşan, Rûsiyayê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng e.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dide li herêmê dagirkeriya xwe berfireh bike.

Artêşa Tirk û çeteyên wê şevê din êrişî nuqteyên başûrê rêya M4 û gundên Fatisiyê û Sefewiyê yên Eyn Îsayê kirin.

Di êrîşan de 25 topên hawanê li herêmê ketin.

Di êrîşê de 5 leşkerên rêjîmê birîndar bûn û 2 wesayit jî hatin derbkirin.

Hêzên rejîmê li hemberî êrîşan bê bersiv man, lê şervanên QSD’ê bersiva êrişên artêşa Tirk dan.

Fermandarê leşkerî Qehreman Xebat yê li gundê Sefewiyê balkişand ser tevgera artêşa Tirk li ser rêya M4 û wiha got:

“Artêşa Tirk liv û tevgera xwe li ser rêya M4 berdewam dike.

Hem panzêran tîne û hem jî xendeqan li gundên ku dagirkirine çêdike.

Qehreman da xuyakirina ku tevî ku Rûsya rewşa atêşa Tirk dişopîne bêdeng dimîne û artêşa Tirk li pêşiya çavên wê cihên hêzên rêjîmê topbaran dike.

Fermandarê leşkerî teqez kir ku ew ê bersiva êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bidin û sivîlan biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button