Alîgirên Hizbullah yê Îraqî li dijî êrîşê xwepêşandan lidarxist

Piştî êrîşên hewayî yên Emerîkî yê li dijî baregehên wê, alîgirên Hizbullah a Îraqî li pêş balyozxaneya Emerîka ya li Bexdayê xwepêşandan lidarxistin û alaya Emerîkî şewitandin.

Ji ber êrîşa alîgirên Hizbullah a Îraqî, îro balyozxaneya Emerîkî ji karmendan hat valakirin.

Xwepêşanderan bang li Iraqê kirin ku balyozxaneyê bigire û balyozê Emerîkî ji Îraqê dersînor bike.

Artêşa Emerîkî roja yekşema borî 5 baregehên komên çekdar ên Îraqî ku girêdayî Îranê ne hedef girtibû û di encamê de, 25 çekdarhatibûn kuştin û bêhtirî 50 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button