Rûsya balafirên bê mirov ji ser himêmêmê anîn xwarê

Rûsya ragihand ku, wan balafirin bê mirov ku ji ser baregeha Himêmêmê bûn anîn xwarê.

Wezareta Parastinê ya Rûsya bi daxuyaniyekê diyar kir ku, pergala parastina asîmanî ev balafir anîn xwarê û ti ziyanên madî û canî çênebûne.

Li gorî daxuyaniyê, hersê balafirên bûne aramnc hewl dida, êrîşekê ji aliyê Bakur Rojhilat ve pêk bînin.

Ev yek di wextekê de tê ku agirbesta li Idlibê hatiye binpêkirin û şer dewam dike.

Her wiha ji ber topbarana berdewam a li ser Helebê, herî dawî sivîlekî ji ber topên çeteyên dewleta tirk jiyana xwe ji dest da.

Leave a Reply

Back to top button