Kongreya Berlînê bêyî aliyên şer ên Lîbyayê çû serî

Bêyî amadebûna herdu aliyên şer ên Lîbyayê, xebatên Kongreya Berlînê bi dawî bû.

Piştî bidawîbûna van xebatan, Şêwirmenda Alman Angela Merkel û Sekreterê Giştî yê NY António Guterres, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas û nûnerê NY yê Taybet bi Lîbyayê Xesan Selama, konfranseke çapemeniyê li dar xistin.

Tê de, naverok xebatên Kongreya Berlînê hat diyarkirin û encamnameya dawî hat eşkerekirin.

Li gorî encamnameyê:

*Çek ji bo Lîbyayê werin qedexekirin û komîteyek were avakirin.

*Destpêkirina pêvajoya siyasî.

*Bi armanca pêkanîna agirbestê, komîteyeke leşkerî ava bibe.

Di kongreyê de, 12 alî hatibûn vexwendin, di nav de her 5 nûnerên NY ên Konseya Ewlekariyê.

Li gorî hat zanîn jî, herdu aliyên şer ên Lîbyayê li Berlînê bûn, lê beşdarî kongreyê nebûn.

Leave a Reply

Back to top button