Artêşa Tirk a dagirker doh bi şev stasyona Ewda ya petrolê ya li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê topbaran kir û stasyon ji xizmetê derket.
Derketina stasyona Ewda ji xizmetê bandor li pompên gazê yên li stasyona Siwêdiyê ya ku ceyranê dide kantona Cizîrê kir.
Di encama êrîşan de ceyran li piraniya gund û bajarokên navçeya Tirbespiyê, Çilaxa û bajarê Dêrikê qut bûye.
Pombeyên gazê niha bi kapasîteyekê ji sedî kêmî 50 dixebitin.
Dewleta Tirk stasyona petrolê ya Seîda û stasyona ceyranê ya Bana Şikeftê ya li bajarê Dêrikê jî kirin armanc.
Ji ber şewata ku heta vê sibehê li van deveran dewam kiriye, aliyên têkildarî nikarîn ziyanan êriş lêkolîn bikin.
Li gorî berpirsa Rêveberiya Kantona Cizîrê, aliyên têkildarî dê der barê ziyanên êrişê de daxuyaniyekê bi raya giştî re parve bikin.
Xelkê Kobanê bi meşekî êriş şermezar kirin
Ev sûcên şer ên artêşa dagirker rastî bertekên şêniyên herêmê hat.
Xelkên Kobanê jî bi meşekî êrişên dagirkeriya tirkiyê yên li dijî binesaziya Herêm daketin qadan.
Yek ji berşdarên meşê diyar kir ku ev êrîşên tirsonek êncama têkçûyina dewleta tirk e û got ku ew ê bi israr têkoşîna xwe berdewam bikin.
şêniyên dêrikêjî li cihê bûyerê bi daxuyaniyek êriş şermezar kirin.
Dagirkeriya Tirkiyê Dêrik, Tirbespiyê û Qerçox bombebaran kir



