Komkara Erebî piştgiriya xwe ji bo hewildanên Misirê ragihand

Piştî gelek dewletên Erebî û navdewletî piştgirya xwe ji insiyatîfa Misirê ya ji bo çareseriya giştî li Lîbyayê nîşan dan, îro Komkara Erebî jî piştgirya xwe ya ji bo danustandinên Lîbî ragihand.

Sek-reterê giştî yê Komkara Erebî, Ehmed Ebû El-Xeyz, piştgiriya xwe ya ji insiyatîfa li Qahîrayê re ragihand.

Ebû El-Xeyz banga dewama danûstandinên komîteya leşkerî ya hevbeş ku Netewên Yekbûyî serpereştiya wê dike, kir.

Her wiha teqezî hat kirin ku divê aloziya li Lîbyayê dûrî hemû destwerdanên derve were çareserkirin.

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî bi riya telîfonê bi serokwezîrê Îtalyayê, Giuseppe Conte, re têkildarî rewşa dawî ya Lîbyayê axivî.

Giuseppe Conte li ser rola Misirê ya girîng ji bo çareseriya li Lîbyayê destnîşan kir.

El-Sîsî jî li ser metirsiya destwerdanên derve di karûbarên Lîbî de hişyarî da û li ser têkbirina komên teror li Lîbyayê teqez kir.

Back to top button