Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûrî vîrûsa Corona nehatiye dîtin

Belê heta niha li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ku di bin serweriya Rêveberiya xweser de ye vîrûsa Corona nehatiye dîtin. Lê ev nayê wê wateyê tedbîrên heyî bên rakirin.

Ji xwe ji bo parastina ewlehiya niha tevdîrên hîn zêdetir têne girtin. Komîteya Tenduristiyê û Şaneya Aloziyê li Dêra Zorê 4 navendên Çavdêriya Tenduristiyê amade kirin.

Heyva Sor a Kurd û Komîteya Tenduristiyê jî li Kampa Waşokanî, navendeke destwerdana tenduristî ku ji 10 konan pêk tê, ava kir.

 

Navendên çavdêriya tenduristiyê hatin amadekirin

Komîteya Tenduristiyê û Şaneya Aloziyê amadekariyên xwe yên ji bo her rewşeke bigunan ya vîrûsa Corona dikin û van amadekariyan jî zêdetir dikin.

Di vê çarçoveyê de 2 navendên çavdêriya tendurstî li gundewarên rojhilat, navendek li Nexweşxaneya El-Siwer El-Muhedese û navendek li Nexweşxaneya El-Kesra ya rojavayê Dêra Zorê hatin amadekirin.

Li van navendan jî, alav û pêdiviyên guncaw hatin danîn.

Rêveberê Nexweşxaneya El-Kesra Dr. Ehmed El-Umêr got:

“Nexweşên rewşa wan sivik, wê li malê bimînin.

Nexweşên navîn jî, wê li navenda çavdêriyê ya El-Siwer û navendên gundewarên rojhilat bimînin.

Her wiha yên rewşên giran jî, wê li Nexweşxaneya El-Kisra bin”.

Komîteya tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd, tedbîrên xwe xurttir dike

Heyva Sor a Kurd û Komîteya Tenduristiyê jî li Kampa Waşokanî, tedbîrên xwe xurttir kirin.

Komîteya Tenduristiyê û Heyva Sor, navendeke destwerdana tenduristî ku ji 10 konan pêk tê, ava kir.

Tîmên destwerdana lezgîn jî, 24 saetan amade ne û heya niha, ti rewşên vîrûsa Coronayê nehatine dîtin.

Ji Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a li Kampa Waşokanî Cîhan Amîr diyar kir ku heta niha ti saziyê alîkarî bi wan re nekiriye.

Meclisa kantona qamişlo:Navên malbatên Xizan ji bo wergirtina alîkariyê tên qeydkirin

Li aliyekî din jî Meclisên bajêr û navçeyan dest bi qeydkirina navên malbatên xizan kir da ku madeyên xwarinê li wan belav bikin.

Her wiha bang li xwediyên malan ên malên xwe bi kirê dane, kir ku heta 2 mehan kirêyê ji malbatan negirin.

Meclisa Kantona Qamişlo bi rêya komînan navên malbatên xizan qeyd dike.

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Hozan Mejdo anî ziman ku ji Dêrikê hezar pakêtên alîkariyê anîne da ku li malbatên xizan were belavkirin.

Hozan li ser sîstema belavkirina alîkariyan dazanîn ku wê ji bo her komînekê, erebeyek bê dayîn û wê alîkariyê li ser malbatên ku navên wan hatine qeydkirin, belav bikin.

Back to top button