7 dewletan peymana rêxistina gazê ya nû îmze kir û Tirkiyê jê dûr xistin

Bi armanca rêgirtina li ber destwerdanên Tirkiyê li rojhilatê deryaya Spî, 7 dewletên li ser deryaya Spî, peymana damezrandina sûka gazê îmze kirin.

Îro li Qahîreyê 7 dewletên li ser deryaya spî li hev kirin ku foruma gaza rojhilatê deryaya spî veguherînin rêxistineke navdewletî ya gazê.

Peyman di navbera Misir, Israîl, Qubrus, Yûnan, Îtalya, Urdun û hikûmeta Filistînê pêk hat.

Tevî ku Tirkiyê li ser deryaya Spî dikeve, lê belê ji vê peymanê bi dûr xistin.

Armanca ji vê rêxistinê nû, damezrandina sûka gazê ya hevbeş û misogerkirina têkiliyên baziganiyê li ser asta dewletên herêmî ye.

Li gorî çavdêrên aboriyê ev rêxistin ji bo dewletên peyman îmze kirin, girîngiyeke aborî ya mezin e.

Her wiha wê rê li ber destwerdanên Tirkiyê ji gaza rojhilata deryayê re bigire.

Duh beriya îmzekirina peymanê, seroka Yûnanistanê di serdana xwe ji Qirisê re piştgiriya xwe ji Qibirisê re li dijî Tirkiyê teqez û dubare kir.

Tê gotin dewletên wek Fransa û Amerîka jî tevlî vê rêxistinê bibin.

Back to top button