Hesekê-233 Şehîdên meha Cotmehê hatin bi bîr anîn

Li Hesekê 233 şehîdên Cotmehê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi merasimekê hatin bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo bîranîna 233 şehîdên meha Cotmehê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasîmek li hola Serdem a Hesekê li dar xist.

Malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, şêniyên Hesekê û koçberên Serêkaniyê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de kesên ku axivîn hemû şehîdên şoreşê bi bîranîn û soz dan ku rêya wan bişopînin û destkefiyên wan biparêzin.

Di dawiya merasîmê de sînevizyonek têkildarî jiyana şehîd Bêrîtan û 233 şehîdan hate pêşandan.

Back to top button