Jinên Tebqayê li hember tecrîdê bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û CPT şermezar kirin û gotin: CPT bi bêdengiya xwe dibe hevkarê tecrîdê.
Şêniyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî li hember tecrîdê bi hêrsin.
welatiya bi navê Fatme El Mihemed li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bêdengiya CPT şermezar kir û got:
“Em rêxistinên qaşo îdia dikin ku parastina mafên microvan dikin, li hember van sûcan berpirs dibînin.
Ji ber ku ew li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên dermirovî bê deng in.”
Welatiya bi navê Cemîle El Yûnis jî dibêje:
“Her çiqas dewleta Tirk a dagirker tundiya xwe li dijî Rêber Ocalan zêde bike û tecrîdê giran bike, ew ê nikare fikrê wî ji gelan qut bike.
Ji ber ku fikrê wî êdî dîwarên zîndanê derbas kirine û gihîştiye gelên azadîxwaz.”
Cemîle El Yûnis destnîşan kir ku ewê li hember Erdogan û siyaseta CPT bêdeng nemînin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.