Li Licê û gundên wê civînên gel hatin lidarxistin

HDP û Partiya Çepên Kesk civînên xwe yên bi gel re yên “xwenûkirinê” li navçeya Licê ya Amedê berdewam kirin.

Welatiyên ku tevlî civînê bûn rexne li kêmasiyên partiyan kirin.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn di civînê de axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got ku tecrîd belavî her derê bûye.

Her wiha li gundên Çemê Elîkê, Zengê û Tûtê yên bi ser navçeya Licê ve jî civînên gel hatin lidarxistin.

Welatiyan di civînan de rexneyên xwe kirin û pêşniyarên xwe ji bo partiyan kirin.

Back to top button