‘Em ê her peymanên li dijî Kurdan têk bibin’

Bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê Kongra Star a Efrîn û Şehbayê çalakiyeke protestoyê li dar xist.

Çalakî li qada navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrîn û şehbayê Elîf Şêx Mihemd axifî û diyar kir ku ew planên li dijî gelê Rojhilata Navîn qebûl nakin û got:

“Ji Peymana Lozanê de Kurd li dijî zextên dewletên Kurdistan di nav de hatiye parçekirin tê dikoşin.

Em Kurd xwedî dîrok in û li dijî planên hebûna me hedef digirin em ê têkoşîna xwe bilind bikin û tifaqên li ser Kurdan têk bibin.”

Her wiha bi navê Destya Jin a Kantona Efrîn û Şehba Emîne Mile Hesen jî axivî.

Emîne diyar kir ku Kurd bi berxwedana xwe ya li dijî vê yekê peymanê qebûl nakin û ji hemû cîhanê re îspat kir ku ev peyman ne rewa ye.

Emîne di dawiyê de anî ziman ku dewleta Tirk ku alîgirê Peymana Lozanê ye, îro jî bi vê peymanê razî nabe û dixwaze peymanekê li gorî armancên xwe pêk bîne.

Konferansa ‘Em Lozanê qebul nakin’ di roja duyem de bi dawî bû

Back to top button