Rewşenbîr Newaf: Divê ji bo bidawîbûna tecrîdê têkoşîn bê kirin

Rewşenbîr Beşîr Mela Newaf tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û got: ”Helwestên li djiî tecrîdê têrê nakin û ez bang li hemû gel û tevgerên demokratîk dikim ku ji bo bidawîkirina tecrîdê têbikoşin.”

Beşîr Mela Newaf di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser têkiliya Peymana Lozanê bi girtina Rêber Apo re û got:

“Bi Lozanê re piştrast bû ku Kurdistan mêtingeheke navneteweyî ye.

Bi girtina Rêber Abdullah Ocalan re jî ev gotin ji aliyê pratîk ve hat naskirin.

Fikrên Rêber Abdullah Ocalan hêzê didin gelê Kurd.

Lewma gelê Kurd niha li hemberî tundrawtirîn hêzên dagirker dikare tê bikoşe.”

Mela Newaf diyar kir ku fikrên Rêber Apo bûne kilîta çareserkirina pirsgirêka Kurd û ev nirxandin kir:

“Hêzên komploger pê dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan di aliyê felsefîk û sosyolojîk de xwedî fikr û kûrahiyeke dîrokî ye.

Ji ber vê tecrîdê giran dikin û di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de gelê Kurd, kes û aliyên demokratîkxwaz tecrîd dikin. Divê her kes li dijî tecrîdê asta têkoşînê bilintir bike.”

Back to top button